Danasînê temaşe biker

Ê pêşî tu pê bihese

Ji bo navnivîsî E-maîlekê bişîne me da ku bi emaîlan agahî werbigirî sebaret bi guhertinên ku di bernameyê de pêk hatine.

lkff@lkff.co.uk

BERNAMEYA GIRTINÊ

BERNAMEYA 2’EMÎN PÊŞBIRKA KURTEFÎLMAN A YILMAZ GÜNEY

 

Roj û Saet: 30 Mijdar 2009, saet 7-23

Cih: Spring Studios, 10 Spring Place, NW5 3BH

Piştî 21.30 nabe ku tukes bikeve hundir.

 

Da ku navê xwe di lîsteya mêvanan de bidin nivîsandin tika ye RSVP’ya xwe bi emaîlekê bi rê kin bo membership@springstudios.com
Ev bernameyeke xêrxwaziyê ye û ketina hundir bêmûçe ye lê belê hûn dikarin pere bibexşînin bo projeya avakirina parka zarokan li Helebçeyê (www.halabjaplay.org)
Festîvala Fîlmên Kurdî Li Londonê di şeva girtinê de mazûvaniya 2’emîn Pêşbirka Kurtefîlman a Yilmaz Guney dike ku dê li Studyoyên Springê bi rê ve biçe. Ev şev dê bibe derfeteke mezin bo hînbûna biryara hilbijêran li ser pêşbirkê û her temaşekirina nîşandana fîlman û muzîka zindî û DJ’an. Em hewlê didin ku vê bernameyê weha li dar bixin ku her kes bikaribe xwe bigihîne lê belê bername her weha ji bo piştgirî dayîna projeya parka lîstikê ya zarokan e li Helebçeyê. Ev bername ji aliyê Studyoyên Spring û Projeya Mafên Mirovan a Kurdan (KHRP) ve dihê piştgirî dayîn. Em li bendê ne ku hemû beşdar bi qasî ku dikarin pere bibexşînin.  
Charlie Gillet ê efsanewî, pêşkêşvanê BBC Radyo û BBC Servîsa Cihanê, ji bo vê bernameyê ji kolleksiyona xwe ya bêhempa muzîkê lê de. Di van demên dawî de di barê muzîka cihanê de Charlie bû yek ji pêşengên bandorker ên welêt û her tim di bernameyên xwe de muzîka Kurdî jî lê dide.
Di vê şeva berz de digel me bin û piştgiriyê bidin projeya ji bo zarokan ku li Kurdistanê herî zêde zirar gihaye wan. Pêdiviya zarokên Kurdistanê bi guherînê heye û bi lidarxistina vê şeva xêrxwaziyê ji bo zarokên Helebçeyê LKFF bi serbilindî rista xwe dilîze.