Ê pêşî tu pê bihese
Ji bo navnivîsî E-maîlekê bişîne me da ku bi emaîlan agahî werbigirî sebaret bi guhertinên ku di bernameyê de pêk hatine.
lkff@lkff.co.uk
WÊNEYA 17emîn
Director: Sibel Yiğittekin
North Kurdistan (Turkey) 2008 / 73mins / English, Turkish, Kurdish (Kurmanji) with English subtitles
Wêneya 17emîn li ser rewşenbîrê Kurd Mehmed Uzun e ku bi tenê bi zimanê Kurdî nivisî û bi dehan salan ji aliyê karbidestên Tirk ve hat qedexe kirin. Di nivîsarên xwe de, Uzun hewl da ku dewlemendiya zimanê Kurdî derxe holê û wî pêş de bibe. Wêneya 17emîn li ser gotinên wan kesan hatiye çêkirin ku ew nas nikir ji zaroktiya wî ya li Sêwregê, zindanî bûna wî ya li Diyarbekirê, revîna wî ya bo Sûriye, Kurdistana Başûr û heta jiyana wî ya li Swêd ku lê bû penaberekî siyasî.
A DAY IN KURDISH COUNTRYSIDE IN SYRIA
Director: Berzan Iso
North Kurdistan (Turkey) and West Kurdistan (Syria) 2008 / 25mins / Kurdish (Kurmanji) with English subtitles
Ev belgeflîma kurt ku berdewam e awirek diavêje ser gelek nakokiyên “Bakur”: Bakurek, ku ne tu cih e, cihê taybetiyên dijwar, zivistanên cemidî û havînên germ û biharên kesk ên kêfxweş e. Flîm serpêhatiya jinikeke tenê û serpêhatiyeke êşan û dilsoziya bi welêt re vedibêje. Zilamên gund ku belgeflîm lê hatiye kişandin hemû hatine bêserûşûn kirin; ji bilî jin, pîrejin, dayîk û keçikan tu kes lê nemaye. Jin bi şadî û bêhevîtiyê vedihewin, piştgirî didin hev û jiyaneke çêtir hêvî dikin. Her derê li ser rûyê erdê bi taybetmendiyên xwe xwedî “Bakur” ê xwe ye...
KIRASEKE MİR;N: POLÎGAMÎ (PIR JIN ANÎN)
Director: Müjde Arslan
North Kurdistan (Turkey) / 2009 / 45 min / Kurdish (Kurmanji) and Turkish; with English subtitle
Emîne di 14 saliya xwe de hewî diçe ser malekê û mêrê wê pismamê wê ye. Jina pêşîn a mêrik jî dotmama mêrik e. Di zewaca xwe de Emîne tûşî zexteke erjeng dibe û direve diçe mala bavê xwe. Lê belê dema birînên wê rehet dibin bavê wê, wê paş de dibe mala mêrê wê. Hewî çûn bi xwe cureyeke din a zexta nav malê ye û jinên ku di vê belgefîlmê de ne rewşa ku tê de ne wekî ‘li xwe kirina kirasa mirinê’ bi nav dikin. Emîne ji ber tiştên ku hatine serê wî nema dikare bipeyive lê belê ka jinên din?
HERROYA EMERÎKÎ
Director: Kirk Roos
USA / 2008 / 57 mins / English
Herroya Emerîkî çîroka balkêş a jinikekê ye ku wekî penabereke ciwan ji Îraqê hatiye Emerîka û xeyala Amerîkayê dijî. 30 sal paşê, wekî dîplomateke Emerîkî li seranserê gerdûnê digere. Herro Mustafa yekem hevalê xwe yê Emerîkî, fîlmçêker Kirk Roos, vedixwîne îraqê da ku gavên wê yên ku di riya azadiyê de avêtine bişopîne.
HUNERA MÎRÊ HÊKAN
Director: Chekdar Kurdi
Germany / 2007 / 32 mins / Kurdish (Kurmanji) with English subtitles
Ev belgeflîm li ser Cemal Ebdo ye, hunermendekî Kurd ku li Kurdistana Rojava hatiye dinyayê û niha li Almanyayê dijî. Dema ku li ser sînora Tirkiye û Sûrî mezin dibe, perçebûna welatê dibe rastiyeke her rojî. Flîm nîşan dide ka temaşevan çawa dikarin ji têgihîştina hînbûyî rizgar bin da ku bikaribin hunera wî ku piranî ji hêkan hatine çêkirin fêm bikim.
PAŞXANE
Director: Nahid Ghobadi
East Kurdistan (Iran) / 2008 / 21mins / Kurdish (Sorani) with English subtitles
Ev flîm li ser pîrejineke seqet ku divê da ku zindî bimîne gelek bixebite. Flîmçêker hewlê dide ku di barê wê de flîmekê çêke lê ew naxwaze û dibêje malbata wê nahêle. Paşê derdikeve holê ku hin sedemên wê yên din hene.


