Danasînê temaşe biker

Ê pêşî tu pê bihese

Ji bo navnivîsî E-maîlekê bişîne me da ku bi emaîlan agahî werbigirî sebaret bi guhertinên ku di bernameyê de pêk hatine.

lkff@lkff.co.uk

ÇIYAYÊN CIH GUHERTÎ

Director: Julia Parnell

New Zealand – Japan – USA / 2007 / 53mins / English and Kurdish (Sorani) with English subtitles

Ev flîm çîroka nêviyekî ye ku soz daye dapîra xwe ku beriya mirina wê dê biçe seredana wê. Penaberê Kurd Sîrwan Namo ji Zellandayê Nû diçe îraqê, Ji Lubnan û Surî re derbaz dibe da ku rewşa penaberên din ên qurbaniyên şer bibîne. Ev flîm çîroka zilamekî ye ku li pêşeroja xwe û gelê xwe digere; hesta wan a wargehê û rastiyên derbarê Fermana Kurdan.

Director: Hawre Bahjat

South Kurdistan (Iraq) 2009 / 21mins / Kurdish (Sorani) with English subtitles

Ev flîm trajediya Helepçe û wê riyê vedibêje ku ji bo revînê ji aliyê mirovan ve dihat bi kar anîn.

Ronak

Director: Hooshang Mirzaee

East Kurdistan (Iran) / 2008 / 27 mins / Kurdish (Sorani) with English subtitles

Birêz Rehîmî dema zaroktiya xwe de ji ber nexweşiyekê kor dibe û li Îranê li gundekî dijî ku li diya xwe dinihêre, dermanên wê dikire û her roj diçe seredana wê. Wî mala xwe bi desan çêkiriye û debara xwe bi tamîr kirina qasetan xwedî kirina ajalan dike. Ev portreya helbestî ya jiyaneke li hev neketî ye.

SIYA AXÊ

Director: Fethi Ewari

South Kurdistan (Iraq) 2009 / 11mins / Kurdish (Behdinani) with English subtitles / PG

Ev flîm li ser hewldanên malbatekê ye ku di pêvajoya damezrandina karxaneyekê gilkê  (alavên ji heriyê) de ye. 

SMOOD: EM NEBAWER NEBÛN

Director: Goran Baba Ali

South Kurdistan (Iraq) 2007

Di sala 1988’an de, di hewldana dawî bo têkbirina berxwedana Kurdan de desthilatdariya Îraqê ya Seddam Husên dest bi tevkujiya Kurdan anku Enfal kir. Dihê guman kirin ku dora 100.000 kesên medenî hatin kuştin. Ên sax mayî xistin kampan. Smood yek ji wan kampan bû.

TIŞTEKÎ WEKÎ ÇAVÊ MIN

Director: Hooshang Mirzaee

East Kurdistan (Iran) / 2008 / 29 mins / Kurdish (Sorani) with English subtitles

Evdilwahid Îsmaîlpûr diçe pola heftan. Di pola yekê de bû ew bû kor û her du destên xwe wenda kirin dema ji bo bilîze ket qada mayinan. Her çend wî xwest ku perwerdehiya xwe berdewam ke dibistana ji bo seqetan ew qebûl nekir. Lê ew hîn bû ku bi lêvên xwe Barille bixwîne. Ev flîm çîrokeke nedîtî ya zindî mayinê ye.

Page: 1 2 3 4 5 6 7 8 9 10