Danasînê temaşe biker

Ê pêşî tu pê bihese

Ji bo navnivîsî E-maîlekê bişîne me da ku bi emaîlan agahî werbigirî sebaret bi guhertinên ku di bernameyê de pêk hatine.

lkff@lkff.co.uk

SOZDAR, KU SOZA XWE DIJÎ

Director: Annegriet Wietsma

Holland / 2007 / 70mins / Kurdish (Kurmanji), Dutch and German with English subtitles

Hîna 12 salî bû dema ku wê nexwest bi darê zorê mêr bike. 30 sal paşê Nûriye Kesbîr, yek ji rêveberên PKK, tevgera berxwedanê ya Kurdan hîna jî têdikoşe. Belgeflîm li dû serpêhatiya wê ya balkêş digere ku li zindanekê Hollandayê dest pê dike û li çiyayên asê yên Kurdistanê bi dawî dibe.

GAV

Director: Shevan Mustafa Faraj

South Kurdistan (Iraq) 2009 / 17mins / Kurdish (Sorani) with English subtitles

Gav serpêhatiya keçikekê vedibêje ku li Kurdistanê di nav malbateke parçebûyî de mezin dibe. Piştî mirina diya wê ji aliyê bav û dêmariya xwe ve tûşî reftarê xerab dibe û paşê li êtimxaneyekê dijî ku li vê derê jî têdikoşe da ku raborî wê zevt neke. Piştî têkoşînên bêhempa dibe werzişkareke xelatgîr û rêvebirê girtîgeha jinan a li Silêmanî.

TEMBÛR

Directors: Berooz Asrari and Mostafa Mahmoodi

East Kurdistan (Iran) / 2008 / 22 mins / No Dilaogue

Ev belgeflîm li ser çêkirina amûreke ciwan a Kurdan, Tembûr, û mahareta wî hostayî ye ku wan çêdike.

TRANSASIA

Director: Bingöl Elmas

Turkey / 2008 / 72 mins / English, Turkish and Persian with English Subtitle

Trêna TranAsia, her roj rêwiyan û serpêhatinên wan dikşîne welatên cîran: Tirkiye û Îran. Sefer bi giştî sê roj diajo. Trên di navbera van her du welatan de diçe, du welatên cîran ku têkiliyên wan di nav hevgirtin û neyartiyê de pêş de diçe. Her çend gelên van her du weşatan xwedî nirx û dîroka hevpar bin jî hev du xerîb dibînin. Ev flîm digel hestên siyasî û atmosfera dora wan, çîroka rêwiyên TransAsia vedibêje.

EKSPRESA TRANS–ASYA

Directors: Manuel Uebersax and Özay Sahin

Switzerland / 2009 / 78 mins / English – Kurdish – Persian – Turkish with English subtitles

Hemo muzîkjenekî Kurd e ku ji Dêrsimê ye û li Stenbolê dijî û divê bi trênê biçe Îranê da ku li Tehranê Sentûr a bide çêkirin. Sefera wî ya sê-rojî ya li ser Trans-Asya Ekspres wî di welatê wî re derbaz dike û dibe welatê amûra wî ya hêja ku ev welat berê qet nedîtiye. Trans-Asya Ekspres rastiya hesin-rê ya ku Stenbol û Tehranê bi hev du girê dide nîşan dide ku ev rastî efsûnker e, şadker e û gelek caran tijî nakokiyan e.

ŞERMA VEŞARTÎ YA TIRKIYÊ

Director: Julia Rooke

UK / 2009 / 22mins / English and Turkish with English subtitles

Eren Keskîn a parêzaer û parêzvana mafên mirovan a Kurdan yek ji wan kêm jinan e ku diwêre li hember artêş û hêzên ewlehiyê yên hêzdar ên Tirkiyê rabe. Nûnertiya jinan dike, piraniya wan Kurd, ku dema ku hatine dezgîr kirin tûşî tecawiz û îşkenceyê bûne. Ev flîm bi gotinên mexdûran têkoşîna wê ya li dij zexta cinsî, cezanekirina polêsan û pergala edaletê ku riziyaye vedibêje.

Page: 1 2 3 4 5 6 7 8 9 10