Ê pêşî tu pê bihese
Ji bo navnivîsî E-maîlekê bişîne me da ku bi emaîlan agahî werbigirî sebaret bi guhertinên ku di bernameyê de pêk hatine.
lkff@lkff.co.uk
HER BIJÎ SILVA
Director: Kia Aziz
Holland / 2008 / 14 mins / Spanish with English Subtitles
Ev flîm çîroka Darîo Sîlva, ji Ûruguayê lîstîkvanê herî baş ê fûtbolê yê berê, ye Qezayeke kambax dihê serê Sîlva ku di encamê de çîpên xwe wenda dike. Ev çîroka zilamekî ye ku her tiştê ku seba wan têkoşiya be wenda kiribin lê belê rastiya xwe ya heyî dipejirîne û riyekê dibîne da ku di jiyanê de erînî be.
BAYÊ KU DI RÊ DE DIHÊ
Director: Diako Yazdani
East Kurdistan (Iran) / 2008 / 9 mins / Farsi with English subtitles
Belgeflîm li dû kurikekî digere ku şitilan difroşe li bajarekî beyar û bê dar. Kes şitilan nakire û niştecihên bajêr bi awayekî ecîb xerîb nêzî wî dibin.
GOTINÊN ŞERVANAN
Directors: Claudio Von Planta and Karzan Sherabayani
UK / 2007 / 29mins / with English voice over and subtitles
Juan Martinez, şandeyê Lijneya Navneteweyî ya Xaça Sor (ICRC) û fîlmçêker û rojnamgerê Kurd Karzan Şerabeyanî diçin Sudan, El Salvador, Kongo, Brazzaville û Filîpînan. Digel çekdaran hevdîtnin pek dihînin û ji wan têgihiştina wan a Peymana Cenewreyê dipirsin, nemaze li ser Huquq Navneteweyî ya Mîrovane (IHL)
ÊZÎDÎ
Director; Anja Breien
Norway / 2009 / 53mins / English over voice, Kurdish (Kurmanji) and Arabic with English subtitles
Derhenêra navdar Anja Bereine ya Norwêcî, piştî êrîşa terorîstî ya herî kujer a li Îraqê diçe Kurdistana Başûr da ku flîmekê çêke li ser Êzîdiyan, baweriyên wan û ibadetên wan. Belgeflîma Anja Bereine yek ji wan serçavan e ku di barê Êzdayetiyê de gelek agahiyan dide her weha êş û azara ku ew dikşînin ji ber destê rêveberiyên zordest û olên din ên li herêmê.
MEZRA ÊZÎDIYAN
Director: Rodi Yuzbasi
Turkey (North Kurdistan) / 2008 / 30 mins / Kurdish (Kurmanji) with English subtitles
Êzîdî ku bawermendên yek ji olên kevintirîn ên Mezopotamyayê ne ji ber baweriyên xwe tûşî zulm û zordestiyan bûne. Ol ku ji ber têkiliya xwe ya bi sirûştê re, baweriya jiyana piştî mirinê û têgihiştina qencî û xerabiyê, sirûştî û aram e, piştî ku di salên 1980î de gelek kes bar kir û çûn ber bi tunebûnê ve diçe. Ev belgeflîm li ser wan Êzîdiyan e ku li Nisêbîna bi ser Mêrdinê dijîn. Ev gundê ku tê de bi tenê şeş malbat hene yekta gundê Êzîdiyan e ku maye.


