Ê pêşî tu pê bihese
Ji bo navnivîsî E-maîlekê bişîne me da ku bi emaîlan agahî werbigirî sebaret bi guhertinên ku di bernameyê de pêk hatine.
lkff@lkff.co.uk
The following films will be taking part in the short film competition
TEVGERÎNA BÊDENG
Director: Jabbar Salehi
East Kurdistan (East) / 2008 / 15mins / Kurdish (Sorani) with English subtitles
Ev flîm çîroka jinekê ye ku jiyana wê tije pirsgirêkan e. Rojekê zilamek ku bêhêziya wê dibîne nêzî wê dibe. Ev yek dibe ezmûnek him ji bo wê him jî ji bo mêrê wê.
NAN
Director: Sahim Omar Kalifa
Belgium / 2008 / 30 mins / Kurdish (Kurmanji) and Dutch with English Subtitles
Çîroka malbateke Kurd e ku li welatekî Ewrûpayê di dersînor kirinê de rû bi rû dimîne. Bav kurê xwe bi zorê dişîne kuçeyan yan jî parsê dike û jina wî ya du canî li benda roja xwe ye. Polês diavêjin mala lê dijîn lê belê zarokek dikare bireve. Malbat dû re dîsa dihê cem hev lê trajedî berdewam dike.
NAN
Director: Kia Aziz
Argentina / 2008 / 15 mins / Spanish with English subtitles
Parî ya ku dayikeke tenê di nên nefret dike ji ber ku da ku nanê malbata xwe qezenç bike ji bo pereyekî hindik divê hefteyekê de zêdeyî 60 saetan bixebite, digel malbata xwe pevbiçîne û di dawiyê de gelek tiştên xerabtir. Ev flîm li ser dijwariyan e ku malbateke koçber tûş dibin.
Butimar
Director: Erol Mintaş
North Kurdistan (Turkey) / 2008 / 20 mins/ Kurdish (Kurmanji) and Turkish with English Subtitles
Butîmar di sêtekiya dê û kur de yê pêşîn e. Ev flîm çîroka zilamekî ciwan ê Kurd e ku li bajêr dijî û li jêr şert û mercên gelek xerab de diya xwe xwedî bike.
BIBIŞIRE – Ê DAWÎ HÊVÎ DIMIRE
Director: Huseyin Tabak
Austria – Germany / 2008 / 12 mins / Kurdish (Kurmanji) with English subtitles
Malbateke Kurd di bodroma xaniyên xwe yên hiweşiyayî de maye û ji yekîneyên Emerîkî alîkariyê dixwaze. Li der ve şer berdewam e û bombe dihên avêtin lê belê di vê dema dijwar de pirsgirêkên wan ên piçûk jî hene.
XANIYÊ JI ÇÎQOLAT
Director: Shaho Mahmoodi
East Kurdistan (Iran) / 2008 / 10mins / Farsi with English subtitles
Zilamek ji jina xwe şik û guman dike ku jina wî diçe cem zilamekî din û têkiliya wan dikeve nav pirsgirêkan. Jinik bi naçarî hewlê dide ku mêrê xwe îkna bike da ku xelet e lê belê mêrik bi biryar e ku jina xwe bide alî.
RENGÊ MIRINÊ
Director: Aydın Orak
North Kurdistan (Turkey) / 2009 / 12 mins / No Dialogue
Ev flîm nakokiya mirovên nûjen vedibêje ku di nav xuje xuja bajêr de mirûza wan têk çûye. Ev flîm nîşan dide ka mirov çawa dijîn dema ku mirovbûna wan ji wan hatibe stendin.


