Danasînê temaşe biker

Ê pêşî tu pê bihese

Ji bo navnivîsî E-maîlekê bişîne me da ku bi emaîlan agahî werbigirî sebaret bi guhertinên ku di bernameyê de pêk hatine.

lkff@lkff.co.uk

The following films will be taking part in the short film competition

MSG

Director: Ufuk Gökkaya

UK / 2009 / 3 mins / No Dialogue

Jinikek ku xwekujî dike û li ber golekê dimire peyama xwe ya dawî dixe şûşeyekê û diavêje nav avê. Peyam di nav avê de diçe û digihîje beraveke din. Yekê ku ji wê derê derbaz dibe şûşe dibîne lê bawer nake ka çi peyda kiriye.

Nawras

Director: Kamaran Jamal

South Kurdistan (Iraq) / 12 mins / Kurdish (Sorani) with English subtitles

Nawras pêkutiya li dij jinan radigire û li dû serpêhatiya jineke ciwan diçe ku ji aliyê xezûrê xwe ve hatiye tecawiz kirin. Flîm her weha hewldana wê ya li dij pêkutiya ku tûş dibe nîşan dibe.

NOSTALJÎ

Director: Dilshad Mustafa Razawa

UK / 2009 / 12mins / Kurdish with English subtitles

Serpêhatiya Dara, kurikekî neh salî ku çavên wî nabînin, ji warê xwe hatiye rakirin û niha li kampekê dijî ku niştecihên vê kampê ji ber serma û birçîbûnê êşê dikişînin.  

DI ŞEMÛGÊ DE

Director: M. Tayfur Aydın

North Kurdistan (Turkey) / 2009 / 13 mins / Turkish with English Subtitles

Diya du zarokan him li benda nûçeyên ji mêrê xwe ye ku di şer de hatiye bêserûşûn kirin û him jî hewlê dide ku serî bi dijwariyên jiyanê derxe. Hevdem, keçika wê ya piçûk ew pênûs peyda dike ku seba wê digel birê xwe pevçinîbû lê belê pênûs bi awayekî trajîk beşdarî jiyana wan dibe.

BILÛRA BIHUŞTÊ

Director: Sara Mohammed Abdulsalam

UK / 2009 / 12 mins / Kurdish (Sorani) with English Subtitles

Kurdistana Başûr (Îraq) 1995, kurikekî Kurd, Dîlan, digel zarokên din diçe ser sînora Îranê da ku kunyeyan ku ji ser serbazên mirî yên Îranê derketine paş de bifiroşe. Dîlan perê xwe kom dike da ku ji we re bilûrê bikire lê belê pêdiviya wî bi pirtir kunyeyan heye. Rojekê di nav mayinan de gelek kunye peyda dikin lê belê nema vedigere.

HENAR

Director: Nazire Turan

North Kurdistan (Turkey) / 2009 / 5 mins / Czech with English Subtitles

Katka dereng diçe îstasyonê û nagihîje trêna dawî û jê dimîne. Dema li benda trêna din radiweste deriyek vedibe li dinyayeke din. Şans didine wê ji bo yan biçe yan bimîne, wekî ku dabûn Persephone. Persephone ji ber henarê vedigere welatê binê erdê.

HEQÊ POSTEYÊ

Director: Kordo Doski & Vince Arvidson

USA / 2009 / 15 mins / English and Kurdish (Behdinani) with English Subtitles

Çîroka du dinyayan û du jiyanan e ku ji aliyê yek kesî ve dihê jiyîn. Flîma ku Duhoka Başûrê Kurdistanê û Torontoya Kanadayê bi hev girê dide zahmetiyên ku ew kesên ku akiyên din ê dinyayê hatine dinyayê tûş dibin.

Page: 1 2 3 4 5 6 7 8 9