Ê pêşî tu pê bihese
Ji bo navnivîsî E-maîlekê bişîne me da ku bi emaîlan agahî werbigirî sebaret bi guhertinên ku di bernameyê de pêk hatine.
lkff@lkff.co.uk
The following films will be taking part in the short film competition
CEZA (SIZA)
Director: Chiman Rahimi
UK / 2008 / 12 mins / English and Kurdish (Sorani) with English subtitles
Ceza li ser çîrokeke rast a keçikeke ciwan e ku di nav civata Kurd a li Londonê de hemû jiyana xwe di nav tirs û xof de dijî. Dema digel kurikekî Îngîlîz hevaltiyê dike Siza navê ‘bênamûsiyê’ dihîne li ser malbata xwe. Pêkutî digihîje wê astê ku bavê wê gavên erjeng diavêje.
XEWNÊN BERFÊ
Director: Salem Salavati
East Kurdistan (Iran) / 2008 / 25mins / Kurdish (Sorani) with English subtitles
Jin û mêr Bajî û Kadxoda du kes in ku bi tena serê xwe di gundekî valakirî de dijîn ku ev yek ji wanê din re ecêb dihê. Bi tenê her du hene ku hewiya wan bi hev du re dihê lê rojekê derdikevin derve û gund diterikînin.
AXA RIZIYAYÎ
Director: Saro Younesi
East Kurdistan (Iran) / 2009 / 19mins / Kurdish (Sorani) with English subtitles
Hawar, kurikek e ku li dûrî mala xwe dijî û pîremêrek lê muqate dibe. Keçikeke bi navê Dena nas dike ku pê re bi dizîka ji paçê re dipeyive. Piştî hevdîtina gelek caran Dena hin wereqe didin Hawar ku li ser wan peyameke veşartî hatiye nivîsandin.
SERBAZ Û RÊK
Director: Nahid Ghobadi
East Kurdistan (Iran) / 2008 / 15mins / No Dialogue
Pîrejinek her roj diçe pêşiya kurê xwe ku diviya ji serbaziyê vegeriyana. Pîrejin her roj diçe lê belê kurê wê venagere. Rojekê ji deleva kurê wê kesekî din li benda wê ye.
ÇÎROKÊN PIŞTÎ ŞER
Director: Serwer Mhedin
South Kurdistan (Iraq) / 14mins / Kurdish with English subtitles
Şêrê li Kurdistanê bû egera mirina gelek kesan. Çîrokên Piştî Şer dîmena êşa lawan radixe ber çavan ku di şer de beşdar bûne û taliyê gelê xwe kuştine.
TAKSÎ
Director: Diako Yazdani
East Kurdistan (Iran) / 2008 / 10mins / Farsi with English subtitles
Zilamekî ciwan ku ji bo ezmûnê dereng maye digel ajotkarên taksiyan re bazariyê dike da ku ji bo mûçeyeke baş wî di wexta xwe de bigihînin cihê wî. Di rê de ji ajotkarê taksiyê dixwaze ku li çend bankamatîkan raweste da ku pere bikşîne lê yek ji wan jî naxebite. Ajotkar naçar e li benda lêwik raweste heta ku ezmûn bi dawî were.
LI VÊ DERÊ DAWIYA RIYAN NÎN E
Director: Tofigh Amani
East Kurdistan (Iran) / 2008 / 23mins / Kurdish (Sorani) with English subtitles
Ev yek çîroka keçikeke ciwan e ku li ser riyeke dirêj û mijdar dixebite. Her roj seba tiştên ku wenda kirine digirî.


