Ê pêşî tu pê bihese
Ji bo navnivîsî E-maîlekê bişîne me da ku bi emaîlan agahî werbigirî sebaret bi guhertinên ku di bernameyê de pêk hatine.
lkff@lkff.co.uk
The following films will be taking part in the short film competition
QEWL
Director: Sarkaot Mohammadi
East Kurdistan (Iran) / 2008 / 7mins / Kurdish (Sorani) with English subtitles
Keçik û kurikekî ciwan biryar didin ku digel malbatên xwe biaxivin da ku dawî li xwîndariyeke kevin bînin. Gelo dê bikaribin?
XEWNISTAN (UTOPIYA) (Anîmasyon)
Director: Sait Ferat Okçuoğlu
Germany 2009 / 6mins / No Dialogue
Mirovê seretayî ber bi dinyaya xwe ya kûvî dimeşe û rastî kesekî wekî xwe dihê. Bi avêtina keviran êrîşî wê dîmenê dike. Mirêk parçe dibe û deriyên dinyayeke nû vedibin.
FÎKÎNA DI BIN AVÊ DE
Director: Hooshmand Varaei
East Kurdistan (Iran) / 2008 / 15 mins / Farsi with English subtitles
Dihê gotin ku hin kes bêşans in ji ber ku ev çarenûsa wan e û hin kes jî bişans in û ev jî çarenûsa wan e. Ev flîmek e ku ji gotûbêjên balkêş ên cotekê pêk dihê.
KEVOKA SPÎ
Director: Viyan Mayi
South Kurdistan (Iraq) / 2008 / 27 mins / Kurdish (Kurmanji) with English Subtitles
Serdarê ciwan di rojeke rojîn a havînê de ji girtîgehê dihê berdanê. Apê wî û pismamên wî dihên ku wî bigirin lê belê alozî derdikeve. Mezinên malbatê digel bavê wî yê rehmetî û apê wî biryarê stendibûn û zor dabûn Serdar ku sûceke erjeng pêk bîne da ku namûsa malbata xwe paqij ke. Her roj ku diçe Serdar li ser tiştê ku kiriye bêhtir difirike û wê pirsiyar dike.
BI DEMÊ RE
Director: Özay Şahin
Germany / 2009 / 5 mins / German with English subtitles
‘Bi Demê Re’ sebaret bi jinikekê ye ku rastî afirendeyekî ji dinyayekê din dihê. Sê şans didin wê da ku dinyayê biguherîne lê belê pêşiyê divê ji tirs û sawên xwe rizgar be.
DINYAYA KU DIBIRIQE
Director: Sattar Chamani Gol
East Kurdistan (Iran) / 2009 / 2mins / No dialogue
Ev çîroka kurt nîşan dide ka dinya carna çawa dikare bibe cihekî tarî.
SIFIR SEFER
Director: Zanyar Azizi
East Kurdistan (Iran) / 2008 / 11mins / Kurdish (Sorani) English subtitles
Ev flîm sebaret bi endezyarekî ye ku pirsgirêkên jiyana wî dibin serkapûz. Divê li çareyekê bigere da ku vê yekê biguherîne.


