Ê pêşî tu pê bihese
Ji bo navnivîsî E-maîlekê bişîne me da ku bi emaîlan agahî werbigirî sebaret bi guhertinên ku di bernameyê de pêk hatine.
lkff@lkff.co.uk
The following films are not taking part in the competition but will be shown in festival programme
KINGSLAND #1: XEWNDÎ
Director: Tony Grisoni
UK / 2008 / 20mins / English and Turkish with English subtitles
Ev flîm ji bo BAFTA namzet hatiye nîşan dan û wekî Kurteflîma Herî Baş Xelata Sînemaya Bêsînor wergirtiye. Heyv xemgîn e. Biyaniyek dihê bajarekî ku li dû xebat, evînî û rêzê digere. Em jî digel wî zilamî digerin, bi kurtasî tev li jiyanên din dibin, li ser riyeke trajîk gavan diavêjin ku ev rê me dibe cihê ku me dest pê kiribû.
XWEDIYE MAL
Director: Awat Namiq Agha
UK / 2009 / 9mins / English/ PG
Helen da ku ji ber hevalkurikê xwe yê raser rizgar bibe bar dike û li maleke nû bi cih dibe. Helen tênagihije ka cihê alavên li malê çima dihên guhertin. Dema ku hevalkurikê xwe li ber avahiyê dibîne guman dike ku mifteyên mala wê li cem wî heye.
ÇÎROKA TELEFÛNÊ
Director: Binevşa Berivan
Belgium 2009 / 16mins / Kurdish (Kurmanji) and French with English subtitles
Memo, koçberekî Kurd e li Brukselê, xwedî dikaneke telefûnê ye li bajêr. Meraq û tenêbûna wî zorê didin wî ku xeberdana mişteriyên xwe guhdarî bike, nemaze yên Leyla ya bedew…
TOV
Director: Mujde Arslan
North Kurdistan (Turkey) 2009 / 14mins / Kurdish (Kurmanji) with English subtitles
Tov li ser têkoşîneke zindî mayînê ya li taxên Stenbolê hûr dibe. Hecî Ferman, pîremêrekî Kurd, pêşî jina xwe wenda dike û paşê jî wateya jiyana xwe. Dema di jiyanê de bû, jina wî li baxçeyekî piçûk dinihêrt ya na li der û dora xwe ya kambax.
Olly, Olly Oxen Free
Director: Beri Shalmashi
Holland / 2008 / 24mins / Dutch and Arabic with English subtitles
Ev flîm li ser was zarokan e ku li sersanserî cihanê ji ber şer reviyane û hatine navenda penaxwaziyê li Amersfoort, Hollandayê. Zarok ji welatê xwe hatine veqetandin lê belê hîna li welatên xwe yên nû bi cih nebûne li cihekî dijîn ku ne yê tu kesî ye.
ÊN DIN
Director: Hisham Zaman
Norway / 2009 / English and Norwegian with English subtitles
Zilamek di şeveke sar a zivistanê de bi mekîna xwe diçe dawetekê. Ji nişka ve mekîneya wî li tiştekî dixe û ji ber tirsa xwe ji wir direve. Dema diçe xeraca xwe hewlê dide ku şopên qezayê paqij bike. Lê belê di mekînê de hin tişt dibin ku ne li bendê ye û rev dijwartir dibe.


