Ê pêşî tu pê bihese
Ji bo navnivîsî E-maîlekê bişîne me da ku bi emaîlan agahî werbigirî sebaret bi guhertinên ku di bernameyê de pêk hatine.
lkff@lkff.co.uk
The following films are not taking part in the competition but will be shown in festival programme
SEMÎNAR
Director: Awat Osman Ali
UK / 2009 / 6 mins / English and Kurdish (Sorani) with English subtitles
Çîroka akademîsyenekî ye ku di barê mafên jinan de dixebite û amadehiya semînekê dike. Ji jina xwe guman dike ku diçe cem zilamekî din û ev yek dîtînên wî diguhere.
DIGEL HEZKIRINÊN MIN
Director: Beri Shalmashi
Holland / 2009 / 4mins / English, Kurdish and Dutch with English subtitles
Li naverasta Los Angelesê Nesîm ji xwe re digere û duçerxeya xwe diajo. Baweriya xwe ya li Amerîkayê wenda kiriye ku lê mezin bûye. Lînde jî bawer dike ku Amerîka ji bo wê cihê rast e ku lê wekî lîstîkvanekê deng bide û da ku xeyala xwe bi cih bîne difire Hollywood.
TU DIZANÎ KU EZ JI TE HEZ DIKIM
Director: Beri Shalmashi
Holland / 2008 / 15mins / Kurdish and Dutch with English subtitles
Dramayeke kurt li ser Salar, penaberekî Kurd ê ji Îranê ku li Rotterdamê li keçika xwe digere ku jiyana xwe ya nû dijî. Flîm der barê sefera wî de ye û yekem hatina cem hev e piştî demeke dirêj.


